1ST of MAY for KOBANI

Ji bo raya giştî û kedkaran

Ji Kantona Şehidan, bajarê berxwedanê, ji Kobanê, silav ji bo hemû karker û kedkarên cîhanê re.

Yekê Gulanê roja pîrozkirina têkoşîn û berxwedana li hemberî zilm û zordestiya li ser karkeran bû.

Şoreşa gelên Rojavayê Kurdistanê, di têkoşîna karker û mezlûmên Rojhilata navîn û Cîhanê de xelekek guhertinê ye. Têkoşîn û berxwedana me li hember terorîstên navdewletî û çeteyên DAIŞ’ê, ne tenê ji bo şeref û rûmete gelê me, têkoşîna hemû mirovahiyê ye. Têkoşîna karker, ked, jin, ciwan û bindestan e. Têkoşîna me têkoşîna hemû kesên xwedî rûmet e. Her wiha armanca şoreşa Rojava û sîstema xweseriya demokratîk, pêk hatina armancên kedkaran e. Şoreşa me, encama berxwedana û xebatan kedkaran e. Li Rojavayê Kurdistanê, bi rêbaza demokrasiya radîkal siyaseta dagirkeriyê hatiye têk birin.

Niha bi saya berxwedana hevalên me yên qehreman, şervanên YPG û YPJ’ê, terorîst ji bajêr hatine derxistin. Lê belê li gundan û derdora bajêr êriş dewam dikin. Rêyên kantona Kobanê heta niha nehatine vekirin, qutkirîne. Berxwedana me, niha ketiye qonaxeke dijwartir. Ji ber zehmetî û dorpêçkirina aborî, rêxistinkirina jiyanê li vir dijwar bûye. Kobanê, ji aliyê lojîstîk de di bin dorpêçkirinê de ye. Weke tê zanîn, ji ber êrişên terorîstan û şerê dijwar, sedî 80’ê bajêr hatiye rûxandin, wêrankirin û xerakirin.

Dîroka têkoşîna kedkaran ji mere dide nîşandan ku, yekitiya karker û kedkaran sînoran nas nake. Berxwedana me, ya li hemberî terorîstên navdewletî yên hov, li ser navê hemû mirovên azadîxwaz tê kirin. Berxwedana me, nûnertiya hemû mirovahiyê dike.

Em di wê baweriyê de ne ku şoreş, ji bo têkbirina desthilatdariyê, xwe-rêxistinkirin û ji nû ve avakirina cîhanê ye. Têkoşîna hevpar a kedkaran ji bo jiyanek û cîhanek nû rê vedike. Têkoşîna mil bi mil wê cîhana me xweşiktir bike. Şoreşa Rojava şoreşa gel e û perçeyekî têkoşîna kedkarên cîhanê ye.

Em weke karker, kedkar û berpirsên kantona Kobanê, bi dilekî germ hemû kesên ku li seranserê cîhanê têkoşîna azadî û wekhevî didin slav dikin. Kesên ku bi têkoşîna me re ketine nava piştgiriyê slav dikin û spasiyên xwe pêşkêş dikin. Em bang li hemû kedkar, sazî û sendîkayan dikin ku di vê kêliya dîrokê de, bi awayekî pratîkî mil bidin şoreşa rojava û berxwedana Kobanê.

Ji ber ku destkeftiyên Rojava û Kobanê ne tenê yê gelên vir, rûmeta hemû mirovahiyê ne. Ji bo parastin û pêşxistina van nirxan em banga piştgirî û têkoşîna hevpar dikin. Em li vir serê kedkar, karker û hemû mirovahiyê bilind dikin. Û ev berxwedana me wê heta hetayê dewam bike…

Bijî Têkoşîna Azadîxwazên cîhanê!

Bijî yekitiya kedkarên cîhanê!

Reveberiya Kantona Kobane

Hinterlasse einen Kommentar

Information

Dieser Eintrag wurde am 26. April 2015 von veröffentlicht.